|
Yar gûle Hey canê canê şirînê canê Xala li gerdenê roja li eywanê Min di vê ramûsim vê yare cwanê Yar gûle gûle yarê yara min Yar gûle li nav dile şîrîn dosta min
Hey rewşê rewşê şîrînê rewşe Xala li gerdenê roj îna hewşe Min di vê ramûsim vê yarê xûşe Yar gûle gûle yarê yara min Yar gûle li nav dile şîrîn dosta min
Esmer esmerê şîrîn dilberê Xala li gerdenê roj îna derê Min di vê ramûsim vê reng esmerê Yar gûle gûle yarê yara min Yar gûle li nav dile şîrîn dosta min
Amadekirina hûnermend Fazil Akreyi
YARE
Singê te ye baxçê gulan ew pirça res ya li ser mila to rihmekê halê min ke da nemirim bi derd û kula
yarê yarê tu were mêvanê yarê yarê tu were mêvanê
bejina te dara çinarê rikê te wekî hinarê dura gava ez te dibînim dil û hinav têne xarê
yarê yarê tu were mêvanê yarê yarê tu were mêvanê
Eze çi bikem te nebînim bi sev û roj dilbirînim ji bilî te canê kesekî Ser vî dili na hebînim
yarê yarê tu were mêvanê yarê yarê tu were mêvanê
Yare: Amadekrin: Fazil Akreyi
Agirê evînê Ji agirê evînêda sotim rutim çibikem felek Sebr û qînyata min nayê ger nebînim çavên belek Bû dîtina bejna şilik gav û çirke dibin salek Ji bilî hizra dîtna yarê qet min nîne çi xeyalek Kû cîranê es dibînim ez di heliyêm wek şemalek Çend ber dilê min şrînî lew evîn dijware gelek Ji agirê evînêda sotim rûtim çibkem felek Sebr û qînyata min nayê ger nebînim çavên belek Awaz - Hûnermend Mehfûz Akreyi Hozan – Xelef Zêbarî
Kenîya şirîn Kenya te çend şirîne were lê lê Lêvê te befir û xwîne zalim lê Te ez kuştim ez helandim were lê lê Min dil bû te bi evîne zalim lê Carek bi tinê zalim Bipirse ji min bê halim Ma te çi dil heye yar were lê lê Bûte ez her di nalim zalim lê Kenya te şîrîn şekir were lê lê Min dît û dilê min bir zalim lê Ew gava min tû dîtî were lê lê Min bes bû te dil vekir zalm lê Carek bi tinê zalim Bipirse ji min bê halim Ma te çi dil heye yar were lê lê Bûte ez her di nalim zalim lê Peyv û awaz – Hûnermend Rênas Akreyî
Kil nede Kil nede kil nede wan çavêt reş kil nede Şahî û dîlanê neke dilber xû çavîn neke Bê bext zûrin weneke dû dila jêk dîr neke Zalim zûrin weneke dilêt me ji êk dîr neke Min tû di vêy ji nîva dil tû bi xûdê ji min bawer ke Keçê nazdara dila ya tû di bêy dibêm bila Canê nazdara dila ya tû di bêy dibêm bila Min tû di vêy ji nîva dil nesoje cerg û dila Min tû divêy ji nîva dil nesoje cerg û dila Kil nede kil nede wan çavêt reş kil nede Şahî û dîlanê neke dilber xû çavîn neke Kil nede kil nede wan çavêt reş kil nede Şahî û dîlanê neke dilber xû çavîn neke Yarê dema te dibînim ji eşqa te har û dînim Were ez te birrevînim dilê birîn tû kûl neke Kil nede kil nede wan çavêt reş kil nede Şahî û dîlanê neke dilber xû çavîn neke Peyv – Ferîq Qadir Awaz- Rênas Akreyî
Xem û jan Xem û jana ez pîrkrim Ji eşqa te ez dîrkrim Feqîrî û derbederî bê hal krim ez dîrkrim
Ax ji derdê te dinyayê Kes bi hewara min nayê Wekî Mecnunê dil birîn dê kurebim bû Leylayê
Ji dîtina te dilberê Çav û dil ji min hatin derê Ax ji derdê wê qederê Gelek ji te ez dîrkrim Ax ji derdêtedinyayê Kes bi hewaramin nayê Wekî Mecnunê dil brîn Dê kurebim bû Leylay Heta kengî rondika birrêjîn Heta kengî bo êk bisûjîn Bû çiye jîna bê evîn Bê 'eşqate bila bimirm
Ax ji derdê te dinyayê Kes bi hewara min nayê Wekî Mecnunê dil brîn dê kurebim bû Leylayê Peyv û awaz – Rênas Akreyî
Çawekem ey nazenînim Çawekem ey nazenînim emewê tawê bitbînim Diyare le min zîzî bo dllim nasrewê bê to
Pêm billê sûç û gunahim newek bisutêy le ahim Çawekem ey nazenînim emewê tawê bitbînim
Ey aramî dill û giyanim bê to namewê jyanim Dinya pirr bê le horî bitbînim durbedurî
Çawekem ey nazenînim emewê tawê bitbînim
qesem be cûtê çaweket le fikirme naweket Bot dellêt dill û zûbanim fîdat bêt rûh û giyanim
Çawekem ey nazenînim emewê tawê bitbînim
Leser zarî hunermendî xwalêxoşbû - 'Elî Merdan
Di baxandî dilberim sûrgûl Di baxandî dilberim sûrgûl weke bûlbûl dikem heylê seher gehand di nalim ez di nalim heylê Bi nîşanî bi şêranî tû la tê rind û xûpanî li te pîroz û şahanî hey lê Tû leyla ez weke mecnûn sitem kir pir li min gerdûn xemê dû dil dîcle û ceyhun di nalim heylê di nalim heylê Peyv: Ciger Xwîn
Eşqa te Min çav pîr bûn ji eşqa te da bû çî yarê te sûz neda Lê te her di got te nahêlim her dê mînim benda te da Çewa te dil da min bi hêlî dilê reben tû bi kêlî Te dil firot biyaniya tû xayîn bûy min bi hêlî Evro wêve min dil nema Nakeyin vînê û eşq û sema Piştî te ez hêlaym zalim Yê bûyime mêhvanê xema Peyv û awaz – Rênas Akreyî
Kela zinara Mêrdîn ê 'evrê reş û tarî li raserê kela zinara Mêrdînê qûrban dibim Qûrban 'evrê reş û tarî li raserê kela zinara Mêrdînê Qeb qeba kewê gûzel vê êvarê di xwînê li ser hêlînê fermane Yê hatibû serê keleş gewra dilê min rebena xûdê Nehatiye serê mem û zînê xirab malim yeman ez bê malim lo Çiya blindin yadê min go îro bê dar nabin li min li min Çiya blindin îro bê dar nabin Geliyên Kurdistanê kurin xûdê di zanî çû cara bê av nabin ez bimirm jêra Yadê kiça kiçê piştî pazde sala di mala babê xû da bê dost û yar nabin li min li min Xirab malim yeman ax ez bêmalim lo Folklor – li ser zarê hûnermendê xûdê jê razî Hesenê Cizîrî hatîye bihîstin
|